Ji bo mexdûran
Gelo, hun rastî tundî û dijwariyê tên? Gelo, hun bêçare dimînin û nizanin, ji kû, ji kê alîkarî wergirin? Jiyanek bê tundî û bê dijwarî, mafê me hemûyan e.
Derfetên ji bo xweparastina li hemberî tundî û dijwariyê hene! Hun dikarin bi me bişêwirin û em ê ji we re alîkarbin.
Brava dikare alîkariya we bike
Hunê şêwirmendiya bêpere, bi rêya pisporeke jin wergirin.
Emê bi zimanê we yê zikmakî an jî bi alîkariya wergêran ji we re şêwirmendiyê bikin.
Emê herêma ku hun lê ne têkiliya we bi navendeke guncaw a şêwirmendiyê re deynin.
Şêwirmendiyên bê eşkerekirina navên we jî pêkan in.
Hunê bi xwe biryarê bidin da ku hun dixwazin çi bikin.
Têkiliyên ji bo rewşên awarte (Telefona alîkariyê ya 24 saetî)
Malên Jinan ên Swîss (Li hin malan telefona alîkariyê ya 24 saetî tune)
zwangsheirat.ch, Saziya ji bo jinên ku bê daxwaza xwe û bi destêzorê tên zewicandinê
Polîs 117
143 Destê Yarmetîder
Navendên alîkariya ji bo mexdûran
Hejmara telefonê a ji bo Şêwirmendiyê
076 725 91 21
Rojên Sêşem, Çarşem, Pêncşem. Di navbera Saet 14:00 heta 16:00 an
Ji bo xizm û nasan
Emê şêwirmendiya we bikin da ku hun jî bikaribin li derdora xwe alîkariya kesên ji ber tundî û dijwariya zayendî dîtine bikin. Em bi kêfxweşî bi rêya telefonê an jî bi rêya E-mailê şêwirmendiya we dikin. Ev xizmeta bêpere ye.
Brava şêwirmendiya van kesan dike
Xizm û nas;
Dost û heval
Kesên din yên taybet ên ku li derdora kesên ziyandîtî.
Brava di van babetan de şêwirmendiyê dike
Agahiyên bingehîn;
Rê û rêbazên ji bo çareseriya pirsgirêkê;
Têkilîdanîna bi navendên li heremê re.
Hejmara telefonê a ji bo Şêwirmendiyê
076 725 91 21
Rojên Sêşem, Çarşem, Pêncşem. Di navbera Saet 14:00 heta 16:00 an
Ji bo pisporan
Em şêwirmendiya we dikin, da ku hun jî bikaribin li yên derdora we yên kar, alîkariya kesên ji ber tundî û şideta zayendî ziyandîtine bikin. Em bi kêfxweşî bi rêya telefonê an jî bi rêya E-mailê şêwirmendiya we dikin. Ev xizmeta bêpere ye.
Brava, şêwirmendiya van kesan û kommên pîşeyan dike
Mamoste;
Şêwirmendên ciwanan;
Karmend;
Pisporên din yên pîşeyan.
Brava di van babetan de şêwirmendiyê dike
Agahiyên bingehîn;
Berfirehkirina derfetên tevgerên pratîkî;
Têkilîdanîna bi navendên li heremê re.
Şêwirmendiya bi rêya telefonê
076 725 91 21
Rojên Sêşem, Çarşem, Pêncşem. Di navbera Saet 14:00 heta 16:00 an